Komîta Vegerandina Maf û Giliyan ji ber girtin û revandinê li ku ye!

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mîta Tirkiyê û polîsê leşkerî li gel çekdarên Feyleq El-Şam ku gundê Gawinda /Reco kontrol dikin, sibeha Şemiyê di 11.01.2021an de bi ser mala welatiyê bi navê Şêxmûs Ehmed Mistkalo, 40 salî, de girtin û li pêş malbata wî gotinên nexweş pê re kirin û girtin, heya niha jî hîn çarenivîsa wî ne diyar e.

Bêtirî du salan e, ku Ebû Kemal çekdarê Sultan Murad û endamê navenda ewlehiyê ya Ebû Hemze, mal û sê dikanên Doktor Mehmûd Temo desteser kirine û razî nabe jê re vegerîne, ji ber vê jî doktorê navbûrî li pêş Ehmed Xetab, Ebû Xalid, Endamê Komîta Vegerandina Maf û Giliyan gilî kir û daxwaza mal û dikanên xwe kir.

Li wir jî bi wan re giha lihevhatinê ku girêbestên sê mehane ji mal û dikanên re çêbikin, lê çawe doktor vegeriya kilînîka(xesexane) xwe du çekdar ketin cem û gefên kuştinê lê xwarin û gotin eger Erdoxan (Serokomarê Tirkiyê) bi xwe jî were, ew mal û dikanan venagerînin.

Beriya niha di Gulana 2018an de doktor li cem tirkan li Efrînê ji ber vegerandina mal û milkên xwe gilî kiribû û di heman rojê de bêtirî 20 çekdaran li pêş cihê ku lê dima kom bûn û gefên kuştinê li xwarin, ku wê hingê xelk neketiba nava meselê, wê rewş xirabtir biba.

Ev ne dîmena yekemîn e ku çêdibe, ku çekdar bi zora çekên dagirkeriya tirk guh nadin ti biryarên encûmenên xwecîhî, dadwerî û Komîta Vegerandina Maf û Giliyan.

Doktor Mehmûd Temo ji bajarokê Şidûdê yê devera Babê ye û bêtirî 29 salan e li Efrînê dimîne, hersê dikanên wî jî li senter Royal a li ser rêya Reco li Efrînê dikevin.


Li gundê Hesen Kelkawî yê Navçeya Reco jî, polîsê leşkerî roja Çarşemê di 30.12.2020an de bi ser çend malan de girtibûn û ji bo standina pereyan, sê welatî bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re girtibûn û piştî dayîna hezar lêreyên tirk , ew di 05.01.2021an de serbest hatin berdan, ew welatî jî ev in:
Beşîr Hesen Hesen, Celal Sebrî Mihemed û Hesen Dawûd.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
12/01/2021