Dîmenin ji kiryarên hawirdeyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hêzên dagirkeriya tirk û alîgirên wê ji dizan dixwazin rewşeke nû li Efrînê çêbikin, piştî ku ew diz ji deverên xwe bazdan û malbat û milkên xwe li pey xwe hiştin û ji bo bicihkirina ajendeyên herêmî-navdewletî yên demkî hatin li Efrînê bi cih bûn.
Di şereke devkî de di navbera kurdekî û hawirdeyekî de li gundekî ji gundên Navçeya Reco, hawirde ji yê kurd re gotibû ku tirkan û serkirdeyên Îtîlafê soz dane wan wan, ku heta deh salên din kurdekî bi tenê li Efrînê namîne.
Kurdekî li şivanekî hawirde li pêş polîsê leşkerî gilî kiribû, ku pezê xwe berdabû nava zeviyên wî, yê kurd ji şivanî re gotibû ev tişt nabe bê kirin, yê hawirde lê vegerandibû û gotibû „ yê ez anîme vê derê gotiye min her tişt ê te ye û çi dixwazî bike!

Rêxistina Dest bi Dest a hawarkariyê alîkariyan tenê li ser hawirdeyan parve dike û tiştî nade kurdan, kurdekî jî li ser vê yekê nerazîbûna xwe nîşan dabû, karmendekî rêxistinê gote wî: Biryar ji me re hatiye em alîkariyê nedin kurdan, carcaran em alîkariyan didin muxtarê gund ji ber ew di komkirina zanyariyan de alîkariya me dike!
Beriya niha wêneyeke serokkomarê Îraqê, Sedam Hisên, li ber navendeke milîsan li Efrînê hatibû bilindkirin, û dîmenek ji saeta bilin a Humsê li gundê Qujûma ya Cindirêsê hatibû çêkirin, îro jî em navê „ Komara Xûta“ li ser motorên bê nimre yên çekdaran dibînin, lê me nizanî gelo hejmara telefonê ya komara Xûteya rojhilat an ê rojava ye!

Hawirdeyekî alîkariya kurdekî xwest dayîka wî îsaf bike, lê ji ber ê kurd li ber dikana xwe bû bi dereng ket, rabû kurdekî din jî ber ve çû. Ê hawirde çû li wî kurdî ê despêkê alîkarî jê xwestibû,bi tuhmeta pêşkêşnekirina alîkariyê, gilî kir. Endamên ewlehiyê jî ew rezîl û riswa kirin û gotin wî: Tu neçarî xizmet û alîkariya hawirdeyan bikî.
Tevî ku heman kurdî careke berê li polîsekî gilî kiribû, ku wî gotinên nexweş bi hevjîna wî re kiribûn û îhana wê kiribû, lê polîsan ji ber giliya wî kurdî tiştek nekirin û ji ber giliya yê hawirde hatin ê kurd rezîl û riswa kirin!

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16/01/2021