Girtina ji bo standina pereyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Milîsên çekdar û dagirkeriya tirk weke mafiya welatiyên Efrînê bi hincetên cur bi cur ji bo bidestxistina pereyan digirin.
Li Bajarokê Şiyê, roja Çarşemê di 13.01.2021an de çekdarên Sultan Silêman Şah 5 zarokên naylon, nihas û eleminyom kom dikirin girtin, ku 4 erebên hawirde bûn û yek jî kurd bû. Piştî rojekê jî ew herçar ereb serbest hatin berdan û yê kurd jî „ Izedîn Yûsif, 14 salî, hîn girtî maye û çarenivîsa wî ne diyar e.


Li Navçeya Bilbilê jî, Mîta Tirkiyê û polîsê leşkerî roja Sêşemê di 12.01.2021an de bi ser mala Beşar Henan (Xoro) de girtin û ew birin navenda leşkerî li navenda Bajarê Efrînê.
Beşar Henan ji gundê Şêxutka yê Bilbilê ye û beriya niha jî du caran ji aliyên girûpên çekdar ve hatiye girtin û her carê jî bi zora dayîna pereyan dihate serbestberdan.


Roja Sêşemê bi şev di 12.01.2021an de çekdarên Cebhe Şamiyê, yên gund Hisê yê Navçeya Mabata kontrol dikin, bi ser mala Arif Osman Elo, 67 salî, de girtin û ew birin navenda wan li Mabata. Tê gumankirin sedemên girtina wî jî ji ber ku navbûrî beriya du hefteyan êzing ji xwe re firotibûn, ji ber vê jî dibe hatibe girtin ku bi zora pereyan bê berdan.

 

Di heman rojê de jî wan çekdarên heman girûpê welatiyekî din ê gundê Hisê yê bi navê Ebdilqadir Hemo (Tosino) bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re girtin û birin navenda wan a ewlehiyê li navenda Mabata.
Herwiha welatiyê bi navê Amir Mihemed Henan ê ku ji 26.12.2020an de hatiye girtin, tê gotin bi tuhmeta nekirîna selikên xwarinê û zeyta dizî ji çekdaran beriya mehekê, ew dane pêş Dadgeha leşkerî,tevî vê jî dadgehê ti tuhmet arasteyî wî nekirine.
Li Bajarê Efrînê jî, polîsê leşkerî û Mîta Tirkiyê roja Duşemê di 11.01.2021an de û li nêzîkî çarşiyê(Sûq El-hal) herdu karmendên şaredariya bajêr Mihemed Hemo û Mihemed Xalid girtin, ku herdu jî ji gundê Qurtqulaqê yê Navçeya Şera ne, heya niha jî çarenivîsa wan ne diyar e.
Her dîsa Mîta Tirkiyê û polîsê leşkerî roja Çarşemê di 06.01.2022an de welatiyê bi navê Hisên Enwer, ji gundê Hesen ê Reco ye, di dema karê li ser taksiyê li bajêr, girtin û dest danîn ser Taksiya wî û birin navenda leşkerî, hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Çekdarên welatiyê bi navê Azad Cemîl Nebo, 40 salî, revandine, roja Çarşemê di 13.01.2021an de careke din pêwendî bi malbata wî re kirin û daxwaza 50 hezar dolar ji bo serbestberdana wî kirin, ku hîn wêneyeke wî ku lingên wî bi zincîran girêdayî jî malbatê re şandibûn û tê de nîşanên eşkencekirinê li bedena wî eşkere xuya dikirin.
Azad ji gundê Basilê yê Şêrawa ye, beriya niha di 29.12.2020an de ji cihê karê xwe hatibû girtin û hîn çarenivîsa wî ne diyar e, cara yekem çekdaran pêwendî bi malbata wî re kiribû lê negotibûn ew li ku girtî ye, çend caran li ser hev hewil dabûn pêwendiyê bikin, cara dawî jî roja Çarşemê bû, ku hem wêne û hem dengê wî ji malbatê re şandibûn ji bo pereyan ji bo serbestberdana wî bidin, eger bê xwestin mal bi tiştê tê de û zarokan giştî bifroşin! Li gor ku hatiye gotin. Azad bi tenê debara jiyana xwe û malbata xwe derdixist û zarokeke wî ya kêmendam heye.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16/01/2021