Kuştina sûriyan li ser sînorê Tirkiyê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Şemiyê 16.01.2021an termê Yûsif Ehmed El-Xelîfe, ku ji gundê Eşare yê Dêrezorê ye, ji aliyê dewriyeke çekdarên Sultan Murad ve hate dîtin, ku wî û çendine din hewil dabûn ji nêzîkî herdu gundên Ze’rê û Penêreka yên Bilbilê sînor bibirin û derbasî Tirkiyê bibin, lê ji aliyê jandirmeyên tirk ve hatin armanckirin û di encamê de xortê navbûrî hate kuştin.

Beriya niha di 13.10.2020an de zarokê bi navê Hisên Cuma, ji xelkê Cindirêsê ji aliyê jandirmeyên tirk ve li ser sînor di navbera herdu gundên Hemamê û Nisriyê de kuştibûn, herwiha di 03.08.2020an de dîsan jandirmeyên tirk xortê 14 salî Nihad Xelîl Şêxo, yê ji gundê Fêrganê yê Navçeya Şera, dema ku dixwest di navbera herdu gundên Dîkmedaşê û Ereb Wêranê re sînor bibire, kuştibûn, piştî dizîna organên wî ji bo xwediyan hate radestkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
18/01/2021