Li Şiyê… Hemamên kevnar hatin têkbirin

 

NavendaNûçeyan-Efrîn:
Her çendî dagirkeriya tirk û girûpên bi ser ve bixwazin guhertinan di cih û şûnwaran de pêk bînin, lê ti carî di mejiyê xelkê de nayên guhertin û her zindî dimînin.
Herî dawî jî, Ebû Emşe fermandarê girûpa Sultan Silêman Şah li Navçeya Şiyê roja Duşemê di 18.01.2021 an de ji bo xwaringehekê ji xwe re çêbike, her pênc hêmanên kevnar li meydana Kaniya Şiyê, temenê wan vedigere bêtirî 75 salan, têk birin. Berîya bi 30 salî jî ew hemam hatibûn nûjenkirin.
Herwiha odeyeke biçûk li kelek wan hemanan hebû, ku weke ofîsa rêwîtiyê bû, ew hate têk birin.

Herwiha Ebû Emşe fermandarê girûpa navbûrî li xwediyên dikanên bazirganiyê li navenda navçeyê ferz kir weke stayla Tirkiyê qermîd li deswa seqfên çêkirî ji dikanên xwe re çêbikin û yên berê xirab bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
18/01/3021