Vegerin Efrîn li benda we ye!

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Bi hêviya vegerê û bi bilindkirina wêneyên qurbaniyên xwîna xwe ji bo Efrînê rijandine û li dijî kiryarên ne mirovane yên dagirkeriya tirk û çekdarên Îtîlafê li dijî kurdan li Efrînê, îro roja Duşemê di 18.01.2021an de bêtirî hezar kesên koçber li devera Şehba û derdorê derketin xwepêşandanê.
Lê berpirsên rêveberiyê û bi hevkariya rêjîmê, ji bo berjewendiyên xwe û pêkanîna projeyên şovînî û nîjadperestî bi pêkanîna guhertina demografî, rê li ber vegera xelkê digirin û bi xwîna wan bazirganiyê dikin.

  
Herwiha tirk û hikûmeta demkî jî, ji ber heman armancan, rê li ber vegera xelkê digirin û bi her awayî hewil didin yên li Efrînê mane jî bi zorê derxînin, çi guvaşên abûrî, çi kuştin, girtin, revandin û standina pereyan ji ber ve, çi desteserkirina malan û çi jî bi qutkirina daran be.

Rêveberiyê jî derketina xelkê ji bo berjewendî û aydiyolojiya xwe, ya ku li hebûna doza kurd li Kurdistana Sûriyê mikur nayê, bikar anî.

Baştir bû, ku Ala Kurdistanê, dîmenên zarokan, şûnwar û darên zeytûnê bihatana hildan, her wek di derketinên kurê Kurdistanê, Dirxam Ferman, de li pêş qunsulxane û balyozxaneyan li Almanya hildide.

  

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
18/01/2021