Erkên kevin-nû yên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Piştî rêkeftinên herêmî di navbera dewletên garantor de ( Rûsiya, Tikriye û Îran), edî Artîşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad (ANSA) bûye destekek ji bo pêkanîna ajendeyên nijadperestî-şovînî.
Roja Sêşemê di 19.01.2021an de polîsê leşkerî li rêbenda gundê Turundê yê Efrînê welatiyê bi navê Ciwan Salih( naskirî bi Cafo) girtin. Navbûrî ji gundê Kurzêlê Cûmê ye û bavê 4 zarokan e, dema li gel birayê xwe diçû çarşiyê( Sûq El-Hal) li ser rêbenda navbûrî û bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re û kirina leşkeriya neçar, hate girtin û otombêla wî ya Suzuki jî hate desteserkirin, tevî ku ev 3 sal in rojane di rêbenda gundê Turundê re derbas dibû û hercar jî weke xelkê din jî dihate pişkinînkirin. Heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gundê Meydana yê Navçeya Reco jî, di 14.01.2021an de her yek ji Mihemed Bekir 75 salî, Mihemed Mistefa Sîdo û Mihemed Esmet Sîdo bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re û tevlîbûna nav Hêza Cewherî ya YPG ya berê, ji aliyê çekdarên Feyleq El-Şam ve hatin girtin û ji bo navenda wan ya ewlehiyê hatin veguhestin.


Heya niha tenê Mihemed Bekir hatiye serbestberdan, yên din jî hîn girtî ne. Herwiha welatiyê bi navê Şêx Mûse Mitikalo, ku ji heman gundî ze û ji aliyê heman girûpa navbûrî ve di 11.01.2021an de hatibû girtin, hîn jî girtî ye.
Ebû Emşe, fermandarê Sultan Murad ( naskirî bi Emşat) fermaneke nû derxist, ku li gorî wê fermanê nabe zarokên kurd teneyên zeytûnê yê ji ber mayî biref bikin û nabe dikandar jî tiştekî ji wan bikirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
19.01.2021