Zordariya li ser xelkê berdewam dike

NavendaNûçeyan-Efrîn: Sebrî Sekran fermandarê girûpa bi navê Hemzat ku gundên Bêkê, Şingêlê û Elî Karo yên Navçeya Bilbilê kontrol dikin, girtîgeha nihênî ji mala Cemîl Eteş guhertin û mala birayê wî Luqman weke girtîgeheke nû bikar anîn, ji ber ku mala wî firehtir e. Çekdaran odeyên malê jî ji bo odeyên tekane û lêpisînê parve kirin.
Ev guhertin piştî wê yekê tê, ku me di 09.01.2021an de amaje bi girtîgehên nihênî li Efrînê kiribû, di nava wan de girtîgeha gundê Şingêlê jî.


Herwiha çekdarên li gundê Şingêlê heya niha rê li ber Pîrejina kurd Emîne, naskirî bi Êmê 86 salî, digirin vegere serdana mala xwe bike, ku ji despêka dagirkirina Efrînê ve çekdarên Hemzat mala wê desteser kirine.
Fermandarê bi navê Sebrî Sekran darên zeytûnan ên Silêman Kerşût û birayên wî, nêzîkî 500 dar dikin, bi kirê da hawirdeyekî ereb, ku ew jî pezê xwe berdide nava daran û wan jî dibire.
Dîsan li Navçeya Biliblê, çekdarên Feyleq El-Mecid, Hemzat û Sultan Murad ve firotina Mazotê ji kurdan re qedexe kirin, û rê tenê dane erebên hawirde bifroşin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
22.01.2021