Li Til Rifatê kuştî û birîndar hene

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hêzên dagirkeriya tirk û çekdarên bi ser ve îro roja Şemiyê di 23.01.2021an de bajarokê Til Rifatê, ku koçberên Efrînê lê dimînin, da ber topan.
Di encamê de kuştî û birîndar ji çekdar û sivîlan çêbûn, û ziyan giha mal, dikan û otombêlên welatiyan, herwiha du çekdarên ser bi rejîmê ve (YPG) jî hatin kuştin, lê navên wan nehatin zanîn.
Ji nava sivîlan van sê kesan jiyana xwe ji dest dan,ew jî ev in:
-Nazliye Mihemed Mistefa, ji Efrînê
-Macid Yasir Sekran, ji Til Rifatê
-Ebdilmuhsên Sekran, ji Til Rifatê


Birîndar jî ev in:
-Mihemed Nûrî Yûsif, 35 salî, ji Navçeya Bilbilê
-Elya Heyder Hebeş 19 salî
-Sadiq Mihemed Ebdo, ji Efrînê
-Xalid Dûdix, 33 salî, ji Navçeya Şera
-Mezlûm Brahîm Dado, 31 salî, ji Navçeya Şiyê
-Xalid Mihemed El-Elî, 46 salî, ji Til Rifatê
-Sededîn Sekran, 30 salî, ji Til Rifatê
-Mihemed Yasir Sekran, ji Til Rifatê
-Ehmed Hesen Sekran, ji Til Rifatê

Hêzên bi ser rêjîmê ve (YPG) li topbarana tirkan vegerandin, ku çend top avêtin aliyê bin kontrola milîsên çekdar li nêzîkî Ezazê, lê hîn ti zîyanên wê nehatine zanîn.


Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
23/01/2021