Mayînek bi xortekî 14 salî ve teqiya

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Duşemê di 25.01.2021 an de xortê 14 salî Mihemed Ezet Hisên dema li deşta di navbera herdu bajarokên Nibol û Heyanê de şivantî dikir, mayînek pêde teqiya û di encamê de wî xortî jiyana xwe ji dest da.

      

Ew xort bi malbata xwe ve li Bajarokê Til Rifatê diman, ji ber nebûna xwendinê û ji tirsa revandina wî ji aliyê çekdarên YPG ve ji bo leşkeriya neçar, bavê wî ew dişand şivantiyê, ku bêtirî carekê wan xwestibû wî bibin Perwerdeyê

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

27/01/2021