Revandina welatiyan berdewam dike

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji despêka dagirkirina Efrînê ve, hilmetên girtin, revandin, burçîkirin, dizîn, desteserkirina mal û milkan, bihickirina ereb û turkmenan û derkirina kurdan bi zorê her berdewam dikin, ku weke tawanên dijî mirovahiyê têne naskirin.

 

Ji dema girtina keça bi navê Xalîde Hisên Henan di 23-24.01.2022an de , 26 salî ji gundê Yelanqozê yê Cindirêsê , heya niha hîn çarenivîsa wê ne diyar e. Ev keçik dema di xew de bû ji mal ji aliyê çekdaran ve hate revandin, malbata wê jî guman dikin çekdaran madeyeke hişber danîbine ser devê keça wan û revandibin.

Li gundê Keferzîtê yê Efrînê, çekdarên Hemzata roja Çarşemê di 20.01.2021an de welatiyê bi navê Ebdilhey Hesen, 28 salî, ji ber ku razî nebibû mala xwe ji çekdaran re vala bike, revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê li Bajarokê Basûtê. Berê jî welatiyê navbûrî di despêka ketina tirkan nav Efrînê de, hatibû girtin û bi hovane hatibû eşkencekirin û bi zora dayîna pereyan serbest hatibû berdan.

 

Dîsa çekdarên Hemzata li gundê Mûskê yê Navçeya Reco di 19.01.2021an de welatiyê bi navê Elî Şukrî Osman Hisên, 22 salî, girtin û hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gundê Eyn Hecerê jî çekdarên girûpa navbûrî di 15.01.2021an de welatiyê bi navê Mihemed Ezet Mihemed û lawekî wî girtin û hîn çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Piştî hêzên dagirkirina tirk ketin nava bajarokê Cindirêsê, pêwendî bi Mihemed Ehmed Çolaq re hatiye birîn û heya niha jî windayî ye û kesek tiştekî li ser çarenivîsa wî nizane, beriya tirk derbasî Efrînê bibin navbûrî ji aliyê çekdarên YPG ve ji bo leşkeriya neçar hatibû kişandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

27/01/2021