Birîna daran hîn berdewam e NavendaNûçeyan-Efrîn

Çekdarên ser bi Tirkiyê ve berdewam daran dibirin û milkên xelkê desteser dikin, bi taybetî ew xelkê ku bi zorê koçberî Helebê û Şehba bûye. Çekdarên Sultan Murad bi fermandariya Ebû Elî Beyanûnî ku gundê Qestelê Xidriya li Navçeya Bilbilê kontrol dikin, roja Pêncşemê di 28.01.2021an de bi ser mala Ne’îme, hevjîna Brahîm Receb yê rihmetî, de girtin û şîşên Bêtûnê ji malê dizîn. Dema xwediya malê zanî diz di mala wê de hene, derket û 4 kesên çekdar li pêş çavên xwe dîtin, dizan jî gefên kuştinê lê xwarin.

 

Roja din Ne’îme li cem polîsê sivîl gilî vekir û wan jî ew dosiye ji bo Dadgeha tirk li Enqerê veguhestin, ku li gorî wan dadgeha Enqerê wê biryarê bide!

 

Çekdarên Mihemed El-Fatih 100 darên zeytûnan li gundê Mamila yê Navçeya Reco birîn û dar tenê li ser şaxekî zirav hiştin. Darên hatine birîn ên Umer Cemîl Cafer ne, ku ew jî bi zorê koçber bûye û wekalet ji merivekî xwe çêkiriye ku li milkên wî seke. Piştî wê, çekdaran 150 darên din jî zeviyeke din birîn.

 

Çekdarên Feyleq El-Şam li Bajarokê Meydanekê yê Navçeya Şera bi fermandariya Ebû El-Nûr û berdestê wî Şihade Ebû Silêman yê ji Hûmsê, dest danîn ser bi hezaran darên zeytûnan:

1- Mihemed Hemîd Hemo, 800 dar

2- Mihemed Karo Hemo, 400 dar

3- Elî Hacî Mihemed, 300 dar

4- Mihemed Hacî Mihemed, 300 dar

5- Îsa Hacî Mihemed 100 dar

6- Şalan Hacî Mihemed, 800 dar

7- Malik Hacî Mihemed, 500 dar

8- Ebdilhemîd Robarî, 400 dar

9- Mistefa Qadir Hemo, 400 dar

10- Brahîm Osman Şêx Mihemed, 400 dar

11- Hebeş Osman Şêx Elî, 150 dar

12- Reşîd Osman Şêx Elî 150 dar

13- Mihemed Bedrî Şêx Elî, 100 dar

14- Ebdo Bedrî Şêx Elî, 150 dar

15- Hesen Hac Qedrî, 500 dar

16- Mihemed Hac Qedrî , 400 dar

17- Ebdo Hac Qedrî, 200 dar

18- Mihemed Brahîm Şêx Elî, 200 dar.

      

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

29/01/2021