Desteserkirina milkên kurdan diyardeyeke rojane ye

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Rojane çekdarên ser bi Îtîlafa opozisyona Sûrîyê yên ser bi Tirkiyê ve, mal û milkên kurdan li Efrînê desteser dikin û carnan bi zorê xelkê ji malan derdikin û gefên kuştinê jî li wan dixwen.

Piştî ku çekdarên Cebhe Şamiyê li bajarê Efrînê dest danîn ser avahiya welatiyê naskirî bi Ednanê kehrebcî, ku ji çend qat û dikanan pêk tê, xwediyê avahiyê li cem Komîta Vegerandina Maf û Giliyan gilî kir, lê wan ew qewitandin û gotin wî here bi çekdaran re lihev were û avahiya xwe mehane bi 50 hezar lêreyên sûrî (17 dolar) bi kirê bide çekdaran!

 

Serokê Şarederiya gundê Maratê yê ser bi navenda bajarê ve, gundî agahdar kirin, ku çekdarên Hemzata yên dest danîne ser gund wê beşekî ji dahatên demsalan ên bi zorê koçber kirine û li Heleb û Şehba dimînin, bibin ji xwe re.

Herwiha çekdaran bi hinceta nehiştina diziyê, bi pereyên gundiyan kamîreyên çavdêriyê li kolanên sereke ên gund danîn.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

29/01/2021