Girtiyên gundê Kaxrê serbest hatin berdan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Çarşemê di 27.01.2021an de danê êvarê, tevahiya girtiyên gundê Kaxrê yê ser bi Navçeyan Mabata ve serbest hatin berdan.

Ew 17 girtiyên gundê navbûrî, bi hinceta şewitandina otombêla berpirsê ewlehiyê yê gund ji aliyê çekdarên Sultan Silêman Şah ve hatibûn girtin û bi hovane hatibûn eşkencekirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

27/01/2021