Li Efrînê… Desteserkirina milkan ji bo avakirina nexweşxane û mizgeftan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Sultan Silêman Şah (Emşat) li Navçeya Şiyê dest danîne ser zeviyeke Mistefa Bozik (naskirî bi malbata Sofî) ku nêzîkî 6-7 donim dike û nexweşxaneyekê lê ava dikin, ku biryar e ew nexweşxane ji 70 odeyan pêk were.

Ebû Emşe, piştî ku dest danî ser erdeke malbata Tîtî, mizgeftekê li Şiyê bi navê dayîka xwe „ Şirûq“lê ava dike, ji bilî çêkirina pakêta rê li pêş dikanên li meydana bi navê Kaniya Şiyê desteser kirine.

Herwiha Ebû Emşe, li welatiyê naskirî bi navê Mihemedê Firîkê ku 40 sal in dikandar e, ferz kir sicade û tizbiyan bifroşe!

Çekdarên Weqas li gundên Anqelê û Senarê yên ser bi Navçeya Şiyê ve, li ser çend malbatan 3-5 teneke zeyt ferz kirin, tevî ku di dema demsala zeytûnan de bac li xelkê ferz kiribûn. Herwiha xelk neçar kir ava vexwarinê ji çekdarên wan bi 16 lê rêyên sûrî ( nirxê avê û tirektoran) bikirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

29/01/2021