Revandina ji ber derkirina bi zorê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji despêka dagirkirina Efrînê ve, dagirkeriya tirk û çekdarên bi ser ve rê li ber kurdên Efrînê digirin û guvaşan lê dikin, ku wan bi zorê neçar bikin ji malên xwe derkevin û koçber bibin,daku ereb û tirkmenan li dewsa wan bicih bikin. Her di berdewambûna girtin û revandina welatiyan de jî, roja Duşemê di 25.01.2021an de endamên Mîta tirk û polîsê leşkerî zarokê 17 salî Ezet Mihemed Ehmed revandin. Navbûrî ji gundê Hisê yê Navçeya Mabata ye û li gel malbata xwe li navenda bajêr dimîne. Heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e. Di heman rojê de jî Nûredîn Ezet Ehmed,51 salî, apê zarokê navbûrî, hate revandin û hîn kesek tiştekî li ser wî nizane.

Herwiha çekdaran bi ser mala bavê Nûredîn de jî girtin û zimandirêjî bi malbatê re kirin, bi ser de jî tiştên taybet bi lawê wan Semîr Ezet Ehmed desteserkirin û dizîn.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

29/01/2021