Li Efrîn û gundên wê revandina welatiyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Revandina welatiyên kurd ji ber standina pereyan ji ber ve, li herêma Efrînê ji aliyê çekdarên ser bi Tirkiyê ve berdewam dike.

Çekdarên Sultan Murad li gundên Sêmalka yê ser bi Navçeya Mabata ve roja Yekşemê di 31.01.2021an de bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re, 4 ji gundê navbûrî revandin û hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e, ew jî ev in:

1- Ehmed Ebdilrehman Sîdo

2- Aras Mihemed Yûsif

3- Şiyar Mihemed Kulkul

4- Yûsif Mihemed Betal

Li navenda bajarê jî, Mîta tirk bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re, roja Sêşemê di 26.01.2021an de welatiyê gundê Maratê yê ser bi bajêr ve yê bi navê Ebdo Henan, 55 salî, revand û hîn çarenivîsa wî ne diyar e.

Rojane welatiyên kurd li Efrînê ji aliyên çekdaran ve têne revandin, her tim ji bi tuhmeta hebûna pêwendiyê bi rêveberiya berê re, lê piştî ku malbata wan neçar dikin pereyan ji ber serbest berdana wan bidin, ew têne berdan.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

02/02/2021