Kaxrê… Êş berdewam e

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hîn aramî venegeriye gundê Kaxrê yê ser bi Navçeya Mabata ve, piştî bûyerên vê dawiyê ji girtina 17 welatiyan û danîna dorpêçê bi hinceta şewitandina otombêla berpirsê ewlehiyê yê gund, tevî ku belge bi deng li cem me hene, ku çekdaran bi xwe ew otombêl şewitandine, otombêl bi xwe 200 dolar nake.

Ji ber vê jî Komîta Vegerandina Maf û Giliyan berê xwe da gundê Kaxrê û çekdarine Emşata rezîl kirin û beşekî gelekî biçûk jî şaştiyan derxistin, her weke serdana Nesîr Herîrî ji bo gundê Basûfane, ku tenê ji bo rûspîkirina rûye Tirkiyê li pêş çavên dunyayê bû.

Hewlên fermandarê Emşata, Ebû Emşe, li gundê Kaxrê bi derewderxistina eşkencekirina welatiyan jî neçûn serî, ku cilên çekdarên xwe guhertibû û kesin anîbûn biaxivin ji bo bêjin eşkence nehatiye kirin û rebend jî ji ber vê jî nava gund rakiribûn.

Komîteya navbûrî jî çend pêşniyar pêşkêş kirin, ew jî ev bûn:

1- Divê Ebû Hisên El-Eşarne û hevjîna wî daxwaza lêborînê bikin.

2- Ji bo nehiştina dizîyê, li her taxeke gund wê zîrevan bi şev bêne danîn.

3- Nabe bêyî biryara dadê kesek bê girtin an jî bê revandin.

4- Welatiyên kurd divê serî li komîta gund bixin û pişt re herin çem hev an jî herin nava zeviyên xwe.

Lê tiştê ku bû, vê komîte hîn zordarî li ser xelkê zêde kir, ku piştî serdana wan, birayê Ebû Emşe, Sêf, ku mezinê çekdaran e li gund, pileya Ebû Hisên El-Eşarne bilind kir û weke fermandarên çekdaran li gund destnîşan kir û otombêlêke nû dayê, û biryar stand ku 80% ji dahata demsalan ên koçberên bi zorê ên li Heleb û Şehba û bajarên din li Sûriyê bibe ji xwe re û ê mayî jî wê bibe ew kesên li wan milkan dinihêrin, û ên li Tirkiyê, Lubnan û Ewropa dimînin, wê 20%ji dahata demsalên wan bibe. Bi ser de jî qedexeya derketina derve ji nehê êvarî heya sibehê ragihand.
 
 
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.
05/02/2021