Ne zindî û ne mirî.. kes ji kiryarên çekdaran xilas nabe

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji ber hebûna nivîsa bi kurdî li ser kêlika gora wî, çekdar û hawirdeyên li gundê Kûsa yê Navçeya Reco kêlikên gora Helbestvan Arif Şêxo Xelîl (naskirî bi bavê Gulê) têk birin. Ev kiryara han nijadperestiyeke ji aliyê wan çekdar û hawirdeyan ve derheqê kurdan de, ku ne mirî û ne jî zindî ji wan û kiryarên wan difilitin.

Bavê gulê kî ye? Di 14.04.1956an de li gundê Kûsa jidayîk bûye, xwendina xwe ya despêkê li gundê Meydana qedand û xwendina navîn li Efrînê qedand, bekeloriya jî li gundê Hîmo ê nêzîkî Qamişlo stand. Girîngî dida xwendina pirtûkên Sofî-Olî, dîrokî û dîwanên helbestan bi taybetî ên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî. Di despêka salên 70yî dest bi nivîsandina helbestan kir herwiha çend dîwan û nivîsên ên ne belavkirî hene, weke: Pend û şîretên kurda _ dîwana çiya _ hawar û hêvî .

Di 04.07.2012an de çû ber dilovaniya Xwedê û li gundê xwe bi axê hate spartin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

04/02/2021