Nijadperestî û şovînî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Nijadperestî û şovînî di mejiyê hawirde û çekdarên opozisoynê ên ser bi Tirkiyê ve li Efrînê hatiye çandin.

Jineke hawirde ku li gundê Berkaşê yê Bilbilê dimîne, ku bi zimanê xwe yê dirêj jî tê naskirin, ji ber ku nan kêm bi dest wê ket, şerê xwe berda nanfioşê gund yê bi navê Reşîd Şêxo, 60 salî ye û ji gundê Qûta yê Bilbilê ye, ji ber vê jî hin hawirdeyan hewl dan destdirêjiyê li ser welatiyê navbûrî bikin. Li dawiyê gundî ketin nava wan û çekdar hatin ew girtin û birin navenda xwe û hiştin hawirde lêborînê ji nanfiroşê gund bixwazin.  

Ji ber nedadmendiya di belavkirina alîkariyan de ji aliyê saziyên hawarçûnê ve li Efrînê, kurd her tim bêpar dimînin û ji têne bidûr xistin û tenê hawirde para xwe ji wan alîkariyan distînin. Ji ber vê jî welatiyekî kurd ê Efrînê nameyek ji rêxistina me re şand û tê de giliyên xwe ji ber rewşa heyî dikir û got: „ em ji nêza re û ji serma re dimirin li Efrînê, ji bo wergirtina alîkariyê em navên xwe tomar dikin, lê tiştek nagihe me û tenê li ser hawirdeyan tê belav kirin. Karmendekî belavkirina alîkariyan a saziyeke hawarçûnê eşkere gote me, ku tirk û çekdaran biryara belavnekirina alîkariyê li ser kurdan standine, ji ber vê jî kurd bêpar dimînin“. Ev beşek ji wê nameyê ye ku ji me re hatibû şandin.
 
 
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
08/02/2021