Revandin û kiryarên çekdaran li Efrînê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Duşemê di 01.02.2021an de çekdarên Cebhe Şamiyê li rêbenda çarêya bajarê Ezazê, welatiyê kurd yê bi navê Rohat Wehîd Ehmed Mistefa, 37 salî ye û ji gundê Erendê yê Navçeya Şiyê ye, revandin. Navbûrî ji bo kirîna pêdiviyên karê xwe yê dirûtinê çûbû Ezazê, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Roja Yekşemê di 07.01.2021an de çekdarekî girûpa Hemzata yê bi navê „ El Zîr „ li gundê Keferdelê yê ser bi bajêr ve bi otombêla xwe li motora welatiyekî da, di encamê de ew welatî birîndar bû,gundiyan ew bir nexweşxaneyê, bêyî ku ew çekdar otombêla rawestîne jî û wî bibe nexweşxaneyê.

Li nexweşxaneyê niştegerî ji çoka wî re hate kirin, herwiha doktoran gotin ku 8 meh gerek in heta careke din ew karibe rabe ser xwe. Tevî lêpirsînan jî, hîn ew tawanbar nehatiye girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

08/02/2021