Tawaneke nenaskirî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Beriya nêzîkî 8 mehan xortê 15 salî Brahîm Hisên Cemîlî ji ber pirsgirêkeke malbata wî bi çekdaran re li gundê wan, gundê Zêtûnakê yê Navçeya Şera, berê xwe da Tirkiyê, ku despêkê çûbû cem birayekî xwe li Entabê (Dîlokê) piştre jî çû cem birayekî xwe yê din li bajarê Îzmîrê û li wir jî bêkar mabû.

Roja Sêşemê di 02.02.2021an de dema birayê wî ne li malê bû, Brahîm ji malê bi derket û venegeriya, piştre birayê wî polîs agahdar kirin ku ew windayî ye .

Piştî çar rojan, roja Şemîyê di 06.02.2021an de, termê wî li bexçeyekî hate dîtin, ku bi benekî ve hatibû daleqandin. Hîn lêpirsînên polîsan ji bo zanîna çawanî û sedemên kuştin/mirina wî bidawî nehatine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

08/02/2021