Li Efrînê zincîreya revandina welatiyan bê dawî ye

NavendaNûçeyan-Efrîn: Zincîreya revandina welatiyên kurd li herêma Efrînê ji aliyê çekdarên opozîsyonê û Mîta tirk ve her didome û bê dawî ye, heta ew bigihin armanca xwe bi koçberkirina xelkê mayî û rêgirtina li ber vegera xelkê koçber bi hevkariya hêzên rejîmê û hêzên bi ser ve.

Di berdewamiya revandina welatiyan de jî, roja Çarşemê di 10.02.2021an de çekdarên Melek Şah (berê-Sultan Murad) û polîsê sivîl li gundê Qurtqulaqa biçûk ê ser bi Navçeya Şera ve, bi ser mala Aslan Mistefa Horo de girtin û telefonên malbatê giştî desteser kirin û navbûrî jî revandin û birin navenda xwe ya ewlehiyê li navenda navçeyê, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

13/02/2021