Ji ber cûdabûyekî ji rejîmê di navbera çekdaran de şer derket

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Şemiyê di 13.02.2021an de di navbera çekdarên Cebhe Şamiyê û Ceyş El-Îslam de li navenda bajarê Efrînê li nêzîkî firkeya Kawe, şer derket û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û 5ên din jî birîndar bûn, 2 ji wan sivîl in.

Sedema vî şerî jî, ew e ku çekdarên Ceyş El-Îslam cudabûyekî ji rejîmê dixwestin derbasî Tirkiyê bikin, lê çekdarên Cebhe Şamiyê xwestin pêre lêpirsînê bikin û çekdarên Ceyş El-Îslam jî razî nebûn, ji ber vê jî şerê bi doşka, RBG û BKC di navbera wan de derket. Çekdarên girûpên din xwestin navbênkariyê bikin ji bo rawestandina şerî, lê tenê bi ser neket û careke din danê êvarê şer derket. Herwiha ji ber vî şerî jî, ziyan giha kablên elektrîkê ku 5 demjimêran elektrîk hate birîn. Çekdaran jî mizgefta Sidîq a Efrînê cenazeyên kuştiyan ber bi goristanê ve birêketin û kuştî jî bi axê spartin.

Li aliyekî din jî, çekdaran 7 hezar dolar û 13 hezar lêreyên tirk ji pereguhêrekî li ser rêya gundê Turundê yê Efrînê dizîn.

Herwiha danê nîvro jî roja Yekşemê di 14.02.2021an de otombêlek bi pakêteke teqîner li kolana ber bi gundê Rifatiyê ê Cindirêsê ve teqiya, tê gotin jî ku qurbanî hene.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

14/02/2021