Malpera me bi rengekî nû vegeriya

Hewlên veşartina rastiyan û veşartina binpêkirin û tawanên li Efrînê têne encamdan li dijî karê rêxistina me Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê berdewam dikin.

Dîsan jî hewlên hakkirinê berdewam bûn û bêtirî carekê jî malpera me hakkirin, herî dawî jî beriya çend rojan nehez û xêrnexwazên li dijî karê eşkerekirina tawan û binpêkirinên mafên mirovan li Efrînê.

Malpera me careke din û bi rengekî ciwantir vegeriya, ew jî bi alîkariya hin xortên Efrînê û Rojhilatê Kurdistanê, ku xwebexşane û li ser hesabên xwe ji bo berdewambûna belgekirina binpêkirinên dagirkeriya tirk û milîsên çekdar ên bi ser ve û ên rêjîma sûrî û hêzên bi ser ve, alîkariya me kirin û malperek ji me re çêkiribûn.

Li vir em spasiya her kesê alîkariya kir ji bo vegerandina malperê û careke din soz didin, ku em dê hertim li dijî binpêkirin û tawanên dijî gelê me bisekinin û wan tawanan eşkere bikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

19/02/2021