Rûreşên şoreşa Sûriyê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Her sê serdanên Îtîlafa sûrî ji bo Efrînê şermeke mezin e ji şoreşa sûrî re, şermeke ji ê ku dibêje nûnertiya wê dike re û li nava zeviyên zeytûnan wêneyan bi dizan re digirin!

Serdana Îtîlafê ya sala borî ku ji bo encûmena xwecîhî , herwiha serdana wan ji bo gundê Qestelê li Navçeya Şera piştî dagirkirina Efrînê û serdana dawî ya roja Çarşemê di 17.02.2021an de bi serokatiya Nesir Herîrî û wezîrê berevanîyê ya hikûmeta demkî û endamine desteya siyasî û giştî ya Îtîlafê.

Wan dizên berpirsên Îtîlafê bi wan wêne girtine, tiştên mayî û nemayî bi serê xelkê anîne, çi girtin, çi revandin, çi desteserkirina bo zorê û çi jî kuştina kurdan be, bê şerm û bê fedî Îtîlafa ku dibêje nûnertiya şoreşê dike, bi wan re wêneyan digire!

Wêneya dawî ya Dizê bi navê Mihemed Casim (Ebû Emşe), Nesir Herîrî û wezîrê berevaniyê Selîm Îdrîs dîmena rast ya halê şoreşê nîşan dide ku gihaye çi astê.

Ya bi seyr jî dîmena danîna kevirê bingehîn a avakirina nexweşxaneyekê li navenda Navçeya Şiyê ye, ev nexweşxane biryar e di 6 mehan de karê wê bi dawî bibe, Herîrî ji xwe jî nepirsî çawe ev nexweşxane tê avakirin! Çawe ew erdê nexweşxane li ser tê avakirin hatiye desteserkirin û ya kî ye! Herîrî yê ku nûnerê kurdan ji kar dûr xist, ji xwe nepirsî çima kurdên deverê di pêşwaziyê de nebûn, bi ser de jî dibêje ew dê yekem niştergeriya qestere ya dil çêbike eger beşê dil di nexweşxaneyê de hebe!

Herîrî serdana navenda Ceyş El Îslam dike û serê wan jî sax dike, ku çekdarine wan bi şerê bi çekdarên Cebhe Şamiyê re hatibûn kuştin.

Van dîmenan wêneya reşbûyî ya şoreşê hîn zêde reş kir dema diz û qaçaxçiyên mirov û şûnwaran li xwe girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

18/02/2021