Dîmenin ji êşa Efrînê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji ber hebûna dagirkeriyê û milîsên çekdar ên bi ser ve, xem û êş ji ser rûyê xelkê Efrînê bi dûr nakevin, ku ew dagirkerî û çekdar dixwazin xelkê mayî jî bi zorê koçber bikin û dewsa wan ereb û turkmenan bicih bikin.

Izet Xelîl Osman, 70 salî yê ji gundê Çeqela Navîn yê ser bi Navçeya Şiyê ve ku ji ber teqandina otombêla bombekirî ya li navenda Navçeya Cindirêsê ya di 14.02.2021an de birîndar bibû, di 15.02.2021an de jiyana xwe ji dest da, hîn jî 2 birîndarên din li nexweşxaneyê hene û têne dermankirin.

Li Navçeya Şera li gundê Serêkaniyê (Kefer Çenê) ofîsa abûrî ya Cebhe Şamiyê dikanên li çarêya gund ku xwediyên wan bi zorê koçber bûne, bi hejmar dikin û mehane bi 50 lêreyên tirk bi kirê didin hawirdeyan.

Herwiha dagirkeriya tirk li nêzîkî birca îstgehê( îzae) ya li gundê Qitmê yê Navçeya Şera bi qasî cihê avakirina malekê erdê dide çekdarên Mexawîr Ehrar El-Şam ku li wir bêne bicihkirin, herwiha li nêzîkî wî cihî jî serbazgeheke perwerdekirinê ya Lîwa 51 heye.

Li gundê Kaxrê ya Navçeya Mabata, Ebû Hisên El-Eşarne berpirsê ewlehiyê yê girûpa Silêman Şah (Emşat) biryara qedexeya derketina derve ji saet nehê êvarê ve heya sibehê ragihand, tevî ku piraniya diziyan ji dehê êvarê heya çarê berbangê têne kirin.

Li aliyekî din jî merivên heman berpirsê navbûrî otombêlên xwe li nîva rêya serke radiwestînin ji bo rê li ber xelkê teng bikin, bêyî kesek karibe li wan gilî bike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

20/02/2021

.