Kampên rezîlî û şermê

NavendaNûçeyan-Efrîn: „ Şaştiya mezin ku me heta niha kiriye, derketina bi zorê ji gundê me bû „ ev gotinên jineke Efrînê ne bi navê Gulbihar (navekî pêçnav e).

Gulbihar ji rêxistina me re „Rêxistina Mafê Mirovan li Efrînê „ wisa behsa rewşa koçberan li kampên devera Şehba dike:

„Em hejar û sêfîl in, keresteyên xwarinê gelekî biha ne. Berê alîkariya weke nîsk, bulxur, spakêtî, dimsê bacana, mast û şîr, nan û keskayî pêşkêş dikirin, lê ji salekê ve ye ew alîkarî hatine birîn û em neçar in li ser hesabê xwe li kampê bikirin,Serma ye, baran dibare av tê nava konên me!
Beriya du rojan hatin mazût (dîzil) li xelkê li deverên dî bin kontrola reveberiya xweser de belav kirin, ên berpirs merivên wan her yekî 50 litir birin û yên xizan jî piştî dayîna 5 hezar ên sûrî her yekî 20 litir birin!
Kesekî ji gundê Birc Qasê( gundekî Şêrawa ya Efrînê ye di din kontrola rêveberiya xweser de ye, navê wî Rehmo Elî ye, ji ber ku li ser facebookê nerazîbûna li ser şêweya belavkirina mazûtê nîşan dabû, asayîşa rêveberiyê hatin û ew girtin.

Nan! Her kultek nan (rebte) berê 14 nan têde hebûn, niha daxistin 12an û bi heman nirxê firotinê ya berê! Derman gelekî biha bûne, tekane nexweşxaneya heyî jî pir kêm pêşwazîya rewşên lezgîn dike, eger kir jî kesekî nêzîkî berpirsên rêveberiyê ye.

Ji bo rêgirtina li ber vegera xelkê, yan erdê xelkê koçber li hinekan belav dikin, yan weke pasewan li ser erdên çandiniyê dest nîşan dikin, ku her 5 kes çavdêriya 40-50 darên zeytûnan dikin, herwiha erda dikin xelkê ji bo ceh û genimî têde biçînin, herwiha xelkê agahdar dikin ku di liv û tevgerên xwe de agahdar bin jî ber ku grûpên çekdar mayîn li derdora wan çandine.

Bi ser de jî, xelkê tê neçarkirin derkeve xwepêşandanên ku rêveberî lidar dixe û wan neçar dikin wêneyên Ocalan bilind bikin û wan alên cur bi cur jî hildin, lê ev 3 sal in Efrîn dagirkirî ye, me jî bilî dîmena li Basê (Weke bi nav dibêjin basa vegerê) tiştek nedîtiye ji Efrînê.

Em, weke koçber, daxwaz ji civaka navdewletî, encûmena mafên mirovan ya NY û rêxistinên yasayî û mirovî dikin kar ji bo vegera me ji bo Efrînê bikin û em jî vê dojehê derkevin.

Em pêwendiyê bi merivên xwe re li nava Efrînê dikin û dizanin jiyana wan zehmet e, lê bi vegera me rewşa wan baştir dibe û hêzeke mezin dide wan û lixwe ragirin.“

20/02/2021

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê