PYD zarokan direvîne û wan dibe leşkeriya neçar

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Duşemê di 15.02.2021an de, ku salvegera 22an a girtina Ocalan e, PYD xelk neçar kir di vê rojê de dikanên xwe bigirin û her kesê pê pabend nebûya wê bihata cezakirin, herwiha xelk neçar kirin derkevin xwepêşandanan û wêneyên Ocalan hildin û sloganan bavêjin.

Ji ber vê, gelek name û bang ji rêxistina me re (Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê) hatin ku binpêkirinên PYD bi serê xelkê dike, eşkere bikin, bi taybetî pirsa revandina zarokan ji bo leşkeriya neçar, tevî îmzekirina wan li ser tinekirina leşkerkirina zarokan bi rêkeftinekê di navbera Mezlûm Ebdî û nûnera NY Verciniya Gamba di 29.06.2021an de. Lê heya niha ew rêkeftina tê binpêkirin.

Roja Sêşemê di 16.02.2021an de ciwanên şoreşger ên ser bi PYD’ê vê li bajarê Qamişlo, keça 13 salî Aryana Ehmed Behrî revandin. Aryana ji Bajarê Serê Kanîyê ye û piştî dagirkirinê wî bajarî, malbata wê berê xwe dabû taxa Kelasê li Bajarê Hesekê û li wir diman. Aryana ku bê regezname ye, bi Vanekê hatiye revandin û heya niha çarenivîsa wê ne diyar e.

Dîsan heman girûpê lê vê carê li bajarê Kobanê, roja Înê di 12.02.2021an de keça 16 salî Sîlva Celal Miho ya ji gundê Cibnê yê rojavayê Kobanê revandin, ku bi vaneke reş revandin û ber bi gundê Pîndirê ve reviyabûn.
Malbata wê serî li navendên leşkerî dabûn û ew jî li xwe mukur hatibûn ku Sîlva li cem wan e û gava malbatê daxwaza vegera wê kir, ji aliyê Ofîsa parastina zarokan ve hatin qewitandin û gotin wan ku keça wan niha perwerdeyê dike.

Ev cara diwemîn e Sîlva tê revandin û nexweşiya Rebû pêre heye, piştî revandina Sîlva SMS ji bavê wê re hat û têde dibêjin ku keça wan tevlî refên PKK bûye û divê pê serbilind bin!
Dîsa li Kobanê, roja Sêşemê di 02.02.2021an de zarokê 16 salî Ednan Mihemed Remî yê ji gundê Kirdê yê rojavayê bajêr, ji aliyê ciwanên şoreşger ve hate revandin û hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Her li gundê Mînas yê rojavayê Kobanê di 05.07.2020an de keça 14 salî Caklîn Mihemed Eyûb ji pêş dibistanê hate revandin û çarenivîsa wê hîn jî ne diyar e.

Ciwanên Şoreşger ên ser bi PYD’ê ve roja Sêşemê di 09.02.2021an de zarokê 17 salî Mehmûd Adil Hesen yê ji koçberê Serê Kaniyê û li Hesekê dimîne, revandin û birin navendeke perwerdeyê.

Zarokê 15 salî Fewaz Mihemed El-Hemdo ji 18.02.2021an vê jî malê bi derket û hîn jî kesek tiştekî li ser wî nizane, malbata wî ku ji gundê Kefer Sixîr yê devera Şehba ya Helebê ne ditirsin ku PYD ew revandibe û birine navendeke perwerdekirinê.

Nidal Îbo, 35 salî, piştî ku gendelî di rêveberiya xweser li Minbicê eşkere kir, ji tirsa girtina xwe re, reviya û asayîşa rêveberiyê malbata wî ji ber girtin, Îbo di vîdiyokê de bag li rêxistinên mafên mirovan û yên yasayî kir destêwerdanê bikin ku malbata wî serbest bêne berdan, ku nêzîkî du mehan li ser girtina wan re derbas bûye, ên hatine girtin jî ev in:
1- Bavê wî Mehmûd Îbo, 60 salî
2- Birayê wî Rêzan Mehmûd Îbo, 24 salî
3- Birayê wî Ehmed Mehmûd Îbo, 16 salî
4- Birayê wî Mihemed Mehmûd Îbo, 14 salî
5- Hevjîna wî Emîre Betran, 23 salî
6- Zarokê wî Mehmûd Nidal Îbo, 6 salî
7- Zarokê wî Lezgîn Nidal Îbo, 4 salî
8- Zaroka wî Arîn Nidal Îbo, 3 salî
Tevî ku hîn hûrgiliyên wê pirsê nehatine rûnkirin, lê ti carî nabe endamên malbatê ji ber kesekî ve bêne girtin û weke guvaşekê ji bo xweradestkirina kesekî were kirin, li vir em ji banga xwe digihînin aliyên pêwendîdar û rêxistinên navdewletî ji bi destêwerdanê bikin û ev malbat serbest bê berdan.

Hesen Elî, 26 salî, efserê berê yê hêzên Pêşmerge û piştre karmendê arşîva leşkerî li cem PYD û hêza komondos a Amerîkî ji ber ku wî şaştî û zêdegavî eşkere kirin, hêzên ser bi PYD’ê ve di Tebaxa 2020an de ew bi tuhmeta xiyanetê ji bo hêzên Pêşmerge revandin. Berî ku bavê wî ji qehra re bimire, serdana wî di 28.01.2021an de li girtîgeha Til Koçer beriya du mehan kiribû, ji wê hingê ve kesek tiştekî li ser çarenivîsa wî nizane.

Beriya salekê jî, ciwanên şoreşger ên ser bi PYD’ê ve xwişka wî ya bi navê Dilxwaz Elî revandibûn û biribûn navendeke leşkerî ya perwerdekirinê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

21/02/2021