Welatî berdewam têne revandin

NavendaNûçeyan-Efrîn:Girûpeke çekdar bi otombêleke Jîp ya Sante fe roja Şemiyê demjimêr 5:30ê sibehê otombêleke barkirina mirîşkan ku ji Ezazê ve dihat, rawestandin û gefên kuştinê li şofêr xwarin û bi qasî 6 hezar lêreyên tirk û telefon ji şofêr dizîn, şofêr jî ji Ezazê bi xwe ye.

Ewlehiya siyasî li bajarê Efrînê roja Sêşemê di 16.02.2021an de Smaîl Nebî Şêxo yê ji gundê Qere Tepe yê ser bi Navçeya Şera ve revandin û birin navenda xwe, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Herwiha Hesen Hesen yê ji gundê Qitmê yê ser bi Navçeya Şera ve jî bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re revand.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê.

21/02/2021