Bandên çekdar di tevlîheviyê de

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên nenas roja Yekşemê danê êvarê di 21.02.2021an de welatiyê bi navê Mihemed Mihemed Soran, 42 salî, yê ji bajarokê Meydan Ekbesê yê Navçeya Reco revandin. Navbûrî xwediyê cihê çêkirina telefizyon û radiyo ye li Taxa Berîd li gorepana Maratê li Efrînê ye, heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.


Taxa navbûrî di bin kontrola milîsên Ehrar El-Şerqiyê, Sultan Murad û milîsên El-Muhtesim de ye.

Sibeha roja Çarşemê di 24.02.20221an de pakêteke teqîner bi vaneke spî de li kolana Vêlata nêzîkî gorepana Newroz teqiya û di encamê de sivîlek û çekdarên Ehrar El-Şerqiyê birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
24/02/2021