Dizîna şûnwarên Efrînê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji despêka sala nû ve milîsên El-Nuxbe, yên gundên derdora Keleha Nebî Horî kontrol dikin, li derdora şanoya romanî û nêzîkî kaniyê û cihên ku rêveberiya berê dikan ava kiribûn,dest bi kolandin û lêgerîna li zêra kirine, ku bi treks û bildozera dikolin.
Çendîn car e ew şanoya romanî ya dîrokî û dêrîn tê kolandin û axa wê tev tê têkbirin.

Herwiha çekdarên Melek Şah (berê Sultan Murad) di herdu mehên dawî jî sala 2020an de girê di navbera herdu gundên Barava û Qerqîna de kolandibûn, beriya wê bi salekê jî girê gundê Alciya ji ber lêgerîna li zêra kolandibûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
25/02/2021