Ebû Emşe belênderê giştî!

NavendaNûçeyan-Efrîn: Fermandarên milîsên çekdar gelek rê ji xwe re dîtine, ku pera pê ji xelkê kom bikin, çi bi rêya diziyê, çi bi avakirina niştecihan û nûçêkirina pakêtên rêyan, çi bi revandina welatiyan û standina pereyan ji ber azadkirina wan ve, û çi jî bi rêya weberhênana di pirojeyên pizîşkî de û avakirina navendên pizîşkî be, herwiha guhertina ji navê artêşa niştimanî ji bo çeteyên tirkan.

Bi biryareke dagirkeriya tirk, Ebû Emşe fermandarê milîsên Sultan Silêman Şah weke belênderê nûçêkirina pêşî û banê dikanan bi qermîta sor (weke a sîstema Tirkiyê)hate destnîşankirin, ku navbûrî li xwediyên dikanan 300-800 $ ferz kir. Dikanên piroje li xwe digire 110-125 dikan dike, lê mesrefa hatiye kirin bi giştî 150-200 $ dike!

Ji bo çêkirina baxçekî giştî li Şiyê, Ebû Emşe erdê Osman Umer Bekir (naskirî bi Osmanê Umer) û beşek ji mala Ebo Sîdo Kehlo ya ji ber topbaran tirkan di dema dagirkirina Efrînê de di 07.03.2018an de wêran bibû, desteser kirin, rûbara wê 3 donim bike û dikeve li ser rêya sereke ji aliyê gundê Erendê ber bi meydana Kaniyê Şiyê ve.

Her dîsa jî Ebû Emşe, ji bo avakirina Mall Ebû Emşe, heft dikanên li bazara kevin li nêzîkî dibistan seretayî li Şiyê desteser kirin, ew dikan jî ên rihmetî Ebdo Arif Elûş (berî şeş mehan ji qehra re mir) ne.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

24/02/2021