Mûşekên terorê bi ser Efrînê de dibarin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Îro danê êvarê roja Pêncşemê di 25.02.2021an de 3 mûşek bi ser bajarê Efrînê de ketin, yek li kolana Vêlata li pişt nexweşxaneya Dêrsim, ya din li rêya diçe Cindirêsê li Kolana Mazûtê û ya dawî jî li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ya berê. Di encamê de ziyaneke madî çêbûn û heta niha ti ziyanên canî çênebûne.

Li gorî jêderan, ew mûşek ji rojava herdu bajarokên Nibol û Zehra ve hatibûn avêtin, ku hêzên rejîm û hêzên bi ser ve li wir cîgirin.

Ev cara diwemîn e di vê mehê ve mûşek bi ser Efrînê de tên, beriya vê jî Roja Çarşemê danê êvarê di 17.02.2021an de bi ser Efrînê de ketin û 13 sîvîl birîndar bibûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
25/02/2021