Teqîna ne zelal

NavendaNûçeyan-Efrîn: Lêkolînên derbarê teqîna bajarokê Basûtê a berbanga roja Sêşemê di 23.02.2021an de berdewam dikin, ku di encama wê teqînê de her yek ji Newzad Ekrem Tobal, 41 salî, û Heyfa Şerîf Qasim(merivên hev in) jiyana xwe ji dest dan.

Teqîn jî li mala Heyfa de çêbibû, hîn jî sedemên wê nehatine zanîn, ku çawe û çima ew tişt rûda, Ji ber teqînê jî ziyaneke mezin gihabû malê.

Piştî teqînê hêzên tirk ligel çekdarên Hemzata ku bajarokê Basûtê kontrol dikin, hatin cihê teqînê û 2 pakêtên teqîner li wir dîtin, yek ji hev kirin û ya din jî ji ber amadekirî bû bê teqandin, teqandin.

Piştre tevahiya malbata herdu kuştiyan ji bo lêpirsînê hatin girtin û mala Newzad û her tiştê têde dester kirin.
Heya niha jî hîn termê herdu kuştiyan li pizîşka dadweriyê ne.

Berê Newzad 2 caran ji aliyê çekdaran ve hatibû revandin û pere jî jê dizîbûn û eşkence kiribûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

24/02/2021