Revandina ji bo standina pera

NavendaNûçeyan-Efrîn:Ji roja teqandina otombêla Mihemed El-Hezwanî fermandarê Cebhe Şamiyê ve di 18.12.2020an de, ku ji encama nakokiyên çekdaran yên xwe bi xwe bû, êdî ew teqîn bûye hincetek ku xelk ji ber ve bê girtin, ku di meha Çileya pêşîn a 2020an de 220 welatî ji gundên Navçeya Mabata hatibûn girtin, ku tenê ji 20.12.2020an heta 22.12.2020an bêtirî 30 kesên sivîl ji gundên Hisê, Şîtka û Birîmce yên ser bi Navçeya Mabata ve hatibûn girtin.

Heya niha jî helmetên girtina welatiyan di bin nav û hincetên cuda de ji bo wergirtina pera ji ber azadkirina wan ve berdewam dikin.

Herî dawî jî, girtina kalemêrên gundê Hisê yê Navçeya Mabata di 22.02.2021an de bû, ku yên temenên wan ji 60-65 saliyê girtibûn û biribûn navenda ewlehiyê û piştî dayîna pera, ew roja din serbest hatibûn berdan. Kalemêran dizanîn ew ji bo pera têne girtin û mesela girtinê bûye jêdera dahata çekdaran, ji ber vê jî wan hazir pereyên tirk bi xwe re rakiribûn.
Ên me navên wan zanîn ku hatibûn girtin ev in:
1- Mihemed Hesen Hemalîko
2- Mihemed Menan Ebdo
3- Mihemed Mistefa Hisîko
4- Mistefa Cafer Kinc Xemîs
5- Mistefa Bekir Umer
6- Mistefa Mehmûd Henan
7- Fayiq Silêman Mihemed
Herwiha welatiyê bi navê Sefqan Ehmed Mistefa yê ji gundê Hisê, ku despêka Çileya pêşîn a2020an ve hatiye girtin, çarenivîsa wî ne diyar e.

Li aliyekî din jî, herdu welatiyên gundê Qermitliq yê Navçeya Şiyê Hisên Reşîd (naskirî bi Hisênê Xoce) 42 salî û biraziyê wî Beşar Umer Bekir 18 salî, roja Çarşemê di 19.02.2022an de çûbûn Ezazê ji bo bi rêya deriyê sînorî yê Bab El-Selamê derbasî Tirkiyê bibin, heya niha agahî li ser wan tine ne û çarenivîsa wan ne diyar e.

Berê jî Hisên Reşîd Bekir ligel hevjîna xwe ji ber fesadî ya bazirganekî, di Çileya pêşîn a 2020an de ji aliyê çekdarên Cebhe Şamiyê ve hatibûn revandin û piştî dayîna 3 hezar dolar serbest hatibûn berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
26/02/2021