Derdên kurda li koçberiyê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Li kampa Skaramagas a koçberan li Yûnanîstanê şer di navbera kurd û ereban de derket di encamê de çend kes birîndar bûn.

Bûyer jî bi vî awayî çêbû: Koçberine ereb ên nîjadperest û şovîn ji Dêrezorê zimandirêjî û destdirêjî bi jineke kurd ji bajarê Silêmaniyê a Herêma Kurdistanê re kirin, xortine kurd ji Kurdistana Sûriyê hatin û berevanî li jina kurd kirin, di encamê ew koma kurd û ereba bi hev ketin. Di encamê de 3 kurd bi kêra birîndar bûn, birîna yekî ji wan giran e, kurdan li cem polîsan gilî kir, lê polîsan heya niha tiştek nekirine û ne jî lêkolîn kirin!

Em weke rêxistin, banga digihînin aliyên peywendîdar ên yûnanî û saziyên mirovî û yasayî destêwerdana xwe bikin û rê li ber hilgirên hizra Daişê di nav wan koçberan de bigirin, herwiha bang li kurdên me dikin haya wan ji xwe hebe û û ji wan bidûr bikevin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01/03/2021