Dizên Artêşa Niştimanî û dawiya misoger

NavendaNûçeyan-Efrîn: Pêşhatiyên leşkerî ên bi lez ku li deverên dagirkirî ji Kurdistana Sûriyê rû didin (weke Bab, Cerablus, Ezaz, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî) ji komkirina hêzên leşkerî û şerê xwe bi xwe di navbera çekdaran de a li ser dizî û talanyiê û kî dikare pîlanên dijminan bicih bîne (weke şerê di navbera çekdarên Sultan Murad, Hemzata û Silêman Şah li hember çekdarên Cebhe Şamiyê, Feyleqa 3,El-Muhtesim, Ehrar El-Şam, Ceyş El-Şerqiyê û koçberên Humsê), her diçe ev yek berfirehtir dibin û berpirsyarî di astê yekê de di stûyê Îtîlafê û hikûmeta demkî de ye, herwiha dagirkeriya tirk jî ji ber ve berpirs e, çimkî ew bi rêya rêkeftinên herêmî-navdewletî bi aliyên pêwendîdar e.

Piştî belavkirina komîta Şopandin rastiyan a navdewletî ya taybet bi Sûriyê di 02.10.2020 an de bi taybetî ew xalên têde behsa deverên kurd ên dagirkirî hatibû kirin, dagirkeriya tirk xwest ji hîn fermandarên çekdarên xilas bin û ew weke çete şandin Libiya û Ezerbeycanê, li aliyekî din jî rê ji çekdaran re hate vekirin siyasetên xwe yên nîjadperestî li hemberî kurdan berfirehtir bikin daku nasnameya kurd li wan deverên dagirkirî tine bikin, weke girtin, revandin, dizîna şûnwaran, çêkirina teqînan hwd.

Tevî hewlên peydakirina berdêlekê bi dûrxistina cudabûyên ji rejîmê û çêkirina girûpên nû di bin navên fêrkirina ola îslamî û anîna terorîstan (desteya rizgarkirina Şamê /Heyet Tehrîr El-Şam) ji Reqa, Dêrezor û iraqiyan bo deverên dagirkirî ku wan li wir bicî bikin, lê ew hewl tev de têk çûn û bicih nehatin, di nav de serdanên Nesir El-Herîrî ji bo Efrînê, bi taybetî serdana wî ya dawî jî bo Ebû Emşe li Navçeya Şiyê û danîna kevirê bingehîn a nexweşxaneyekê, herwiha teqînên rû dane piştî wê serdanê heya niha.

Lê surprîzeke din jî heye û li rê ye, wê di raporta bê ya komîta navdewletî ya Şopandina rastiyan ji bo xula 46 ya Encûmena navdewletî ya Encûmena Mafên Mirovan a ser bi NY ve di nîva adarê de were belav kirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01/03/2021