Têgeha maf û hesta niştimanî li cem rejîm û opozisyonê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ti hikûmet û rejîm û opozisyon weke rejîm û opozisyona niha a Sûriyê bi ser xelkê re dernabs nebûne, ku ewqasî nîjadperest û şovînî û dûrî hesta niştimanî ne.

Rejîm çi dike?

Wezareta Dadê ya rejîmê biryarek di derbarê danûstandina dadgehên sûrî bi Êzdiyan re derxist, ku danûstandinên bi Êzdiyan re wê weke danûstandinên bi bisilmanan re bin! Ew jî li gorî madeya 306 a Yasaya Rewşên Kesane hejmar 59 a sala 1953, tevî ku kesên cihû û Xirîstiyan li gorî dadgehên olên wan kar bi wan re tê kirin.

Tenê ji ber Êzdî kurd in, careke din di 14.02.2021an biryara kevin bi heman awayî hate nûkirin û dîsa zulma li ser kurdên Êzdî berdewam kir, tevî ku bêtirî 50-60 hezar kurdên Êzdî li Kurdistana Sûriyê hene!
Ji ber vê jî, em weke rêxistin daxwaza guhertina Yasays Rewşên Kesane li Sûriyê dikin û dan bi ola Êzdî bê kirin û rêz li taybetmendiya wan bê kirin.

Opozîsyonê çi kir?

Nîjadperestî û şovîniya Opozisyona Sûrîyê, a ser bi Tirkiyê ve, ne kêmtir e ji a rejîmê. Telefizyona Heleb El-Yewm bi bernameya Cewlat (Gera di nav gundên kurdan de) hewl dide, ku pêşkêşkarê bernameyê Mistefa Ebdila ye, hewl dide deverê devereke tirk nîşan bide û kurdbûna deverê red dike, ku dibêje kurd ji çar sedsalan ve ji Tirkiyê koç kirine û berên xwe dane vê devera niha!


Lê pêşkêşkar behsa wê yekê nake, ku heta salên hefteyan ew deverên beşek ji bakurê Sûrîye bûn (weke Riha, Amed, Mereş, Batman û Nisêbîn) deverên kurdan bûn û bi „ erdên desteserkirî„ dihatin nasandin!
Dema di gundên kurdan li Efrînê re digerin behsa dizî û talaniya di van hersê salan de nakin, ku çi bi serê xelkê û deverê anîne, behsa wê yekê nakintku çawe şûnwarên dîrokî li Endarê û Nebî Horî hatin û têne dizîn, behsa dizîna demsala zeytûnan nakin, behsa wê yekê nakin ku kurdan bi her awayî neçar dikin ji welatê xwe derkeve û koçber bibe!
Careke din, em dibêjin bila medyaya ser bi opozisyonê ve li şûn kar ji bo tirkkirina deverên kurdan li seranserî sînorê bakurî, bila berê xwe bide rejîmê, ku çawe huseyniyat têne a akirin.

Ji ber vê jî, em bang li aliyên berpirs dikin rastiyan weke heyî nîşan bidin, ne herin serkeftinên osmaniyan nîşan bidin û ji bîr bikin osmaniyan çi anîbûn bi serê şoreşgerên sûrî li meydanên giştî, eger nikarin wisa bikin jî, baştir e ku bernameyên xwe rawestînin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
01/03/2021