Destdirêjiya li ser xelkê û desteserkirina milkan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Feyleq El-Şam roja Înê di 05.03.2021an de 50 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Mistefa Smaîl Derwîş, kêmendam e, yê ji gundê Welîkê yê Meydana qut kirin, ew dar li nêzîkî deşta bajarokê Meydan Ekbesê ne. Beriya niha jî darên çiyayê Qere Bêlê û zeviyên derdora gundê Edema jî qut kiribûn.

Li gundê Kefer Zîtê yê Efrînê jî, çekdarên Hemzata bi fermandariya Fadî El-Betran roja Sêşemê di 02.03.2021an de li Welatiyê bi navê Elî Hiso, 70 salî, xistin ji ber ku xwest pezê fermandarê navbûrî ji nava zeviyên xwe derxîne, lê fermandarê navbûrî li gel zarokên xwe û dostên wan bi hev re li kalemêrê kurd xistibûn û biribûn navenda ewlehiyê û gotinên kirêt pêre kûrbûn.

Herwiha li Şiyê jî çekdarên Sultan Silêman Şah (Emşat) beriya hefteyekê dest danîn ser zeviyên çend welatiyên kurd, ku dikevin nava mistewsef û gundê Qermitliq:
1- Mihemed Hac Brahîm
2- Cemîl Xelîl Şêxo (naskirî bi Cemîlê Kifno)
3- Ehmed Mistefa (naskirî bi Îhoyê Mistê)
4- Xoce Hisên


Ev desteserkirina erdan bi hinceta avakirina lîstgehekê û cihê perwerdeya werzîşî ye, ku nêzîkî 2 hêktaran dike û niha bi tireks û bildozeran jî erdê dûz dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
09/03/2021