Li ber çavên tirkan binpêkirin têne encamdan

NavendaNûçeyan-Efrîn: Binpêkirin li Efrînê rojane têne encamdan, ku hingî berfireh û bêsînor in, bûne weke diyardeyeke rojane,her tişt jî li pêş çavên dagirkeriya tirk tê encamdan.
Roja Çarşemê di 10.03.2021a.de jineke kurd bi navê Emîne Mustefa Umer, 43 salî, ji Meydan Ekbesê daxwaz ji hawirdeyekî bi navê Şadî kir, ku dikanê birayê wê yê koçber vegerîne, lê piştî şerekî devkî di navbera herduyan de, ê hawirde destdirêjî kir û bi kursiyê avête jina navbûrî. Ê hawirde dikanê birayê wê jinê ji xwe re biriye û cihê çêkirin û kirîn û firotina telefonan vekiriye.
Ji ber vê jî, ji bo cara diwê jî, Emînê li cem Komîta Vegerandina Maf û Giliyan gilî vekir, lê hîn tiştek çênebûye. Heya niha 12 gilî li cem komîta navbûrî li Meydan Ekbesê hatine vekirin.

Ji ber Fatime Mihemed, ya ji gundê Goliya li Reco, pezê xwe li erdê birayê xwe koçber Şemsedîn diçêrand, polîsê leşkerî roja Sêşemê di 09.03.2022an de ew bi 2 hezar lêreyên tirk siza kir, lê gava hawirde pezên xwe di nava zeviyên kurdan de diçêrinîn kesek wan siza nake.
Li aliyekî din jî, çekdarên Hemzata, baskê Ebdila Helawê ku navenda wan li gundê Etmana ye, li kurekî Fatme xistin û motora wî jî ji dest standin, herwiha milyonek lêreyên sûrî jî lê ferz kirin, û gef lê xwarin ku Komîta Vegerandina Maf û Giliyan pê agahdar bike.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
11/03/2021