ANS kar û kiryar

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) di şerê kurdan de berdewam e, çi bi rêya revandin, standina pera ji ber azadkirinê ve, çi dizî û talankirin be jî.

Çekdarên Sultan Murad bi fermandariya Mehmûd El-Sifêrî û girûpa Ebû Mahêr berpirsê Bendava Meydankê, roja Şemiyê di 13.03.2021an de, 100 darên zeytûnan ên Malik Hacî Mihemed birîn.

Roja Çarşemê di 10.03.2021an de çekdarên rêbenda gundê Turundê yê Efrînê welatiyê bi navê Ciwan Gênco Seydo ji ber bûyereke tirafîkê ew revandin û birin cihekî ne diyar, tevî ku beriya niha navbûrî bêtirî carekê hatiye revandin û bi zora dayîna pera serbest hatiye berdan.

Çekdarên milîsên Sultan Murad- Rîcal El-Herb yên gundê Zehrê yê Navçeya Bilbilê kontrol dikin, roja Înê di 05.03.2021an de 4 welatî bi tuhmeta derbaskirina xelkê bi qaçaxî ji bo tirkiyê girtin, ew jî ev in:
1- Mehmûd Şêx Mûse, 40 salî
2-Luqman Mihemed Elî, 37 salî
3-Hemze Mihemed Elî, 32 salî
4-Mehmûd Hemza Mamalî Cûma.

Berê jî ew hatibû tuhmetbarkirin, ku bi hemahingiya bi çekdarên Hemzata re qaçaxtiyê dikin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
15/03/2021