Cudahiya di navbera kiryarên tekane û yên rêxistinkirî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Berpirsine Îtîlafê li ser kiryarên çekdarên bi ser ve li Efrînê dibêjin ew kiryarên tekane ne, ne rêxistinkirî ne û dibe li her cihekî rizgarkirî çêbibe! Niha em dê hîn kiryarên tekane, weke ew dibêjin, bi nav bikin û dîsa bînin bîra wan:
1- Bêtirî milyonek û 400 hezar dar li Efrînê hatine birîn û şewitandin, jê 670 hezar darên zeytûnan, 730 hezar darên daristanan.


2- Bêtirî 43 cihên şûnwar hatine kolandin û dizîn û mezarên olî hatine têkbirin.
3- Dizîna şêrê ji bazilt ji Endarê ya dêrîn û tabloyên ji mermer ji Keleha Nebî Hûrî.


4- Guhertina sîmayên dîrokî û navên kolan û meydanan û hîn gundan.


5- Erebkirin û tirkkirina deverê û pêkanîna guhertina demografî bi bicihkirina ereb û turkmenan li dewsa kurdan.
6- Dûrxistina karmendên kurd ji encûmenên xwecîhî, saziyên fermî û saziyên hawarhatinê û damezrandina hawirdeyan li dewsa wan.
7- Kurdên xwedan bawernameyên bilind di polîsên leşkerî û sîvîl de nayên birin.
8- Bilindkirina pileyên fermandarên girûpên çekdar weke xelatkirin ji wan re li ser pêkanîna tawanan li dijî kurdan.
9- Bêtirî hezar kesê revandî heya niha heye ku çarenivîsa wan ne diyar e û hinek ji wan li Tirkiyê têne dadgehkirin.
10- Dizî, revandin, talankirin, destdanîna ser guvaşgeh û zeviyên zeytûnan û erdên çandiniyê.
Ev têne beşekî biçûk ji wan kiryarên tekane ku berpirsine îtîrafê dibêjin, ku rojane bi serê kurdan de tên kirin.

Li aliyekî din jî, roja Pênşemê di 11.03.2021an de, çekdarên Semerqend ku gundine Navçeya Cindirêsê kontrol dikin, ketin nava gundê Keferdelê ya Jorîn û rêbend di nava gund de danîn û bi ser çend malan de girtin, ku hawirde têde diman, da ku wan bi zorê derxînin û merivên xwe li dewsa wan têde bicih bikin, di encamê de 15 kes hatin girtin, ku 2 ji wan kurd in, ew jî ev her yek ji Cîhad Mistefa Elî û Kemal Xelîl Mistefa Elî ye, ku herdu jî hatin eşkencekirin û riswakirin, yên ereb jî kesek ji wan nêzîkî wan nebû! Roja din girtî tev serbest hatin berdan.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
13/03/2021