Dîmenek ji kiryarên çekdaran

NavendaNûçeyan-Efrîn: Grûpeke çekdar bi fermandariya Ebû Rama ya ser bi milîsên Ehrar El-Şerqiyê ve li gundê Kûra yê Navçeya Reco, roja Şemiyê di 06.03.2021an de, êrîşî mala malbata rihmetî Umer Betal Hebeş kirin û xwestin bi zorê di wê malê de bicih bibin, herwiha ji bilî zimandirêjiya bi malbatê re kiribûn, destdirêjî li ser xortê tekane yê malbatê kir.

Li gundên Şeytana, Sariya û Hebû ên Navçeya Reco şivanên hawirde, ji zû de û bi piştgiriya çekdaran, pezên xwe li nav zeviyên zeytûnan û mêwan ên kurdan bi kêfa xwe diçêrînin, kesek jî ji wan re nabêje hûn çi dikin! Lê gava şivanekî kurd wisa bike yekser tê sizadan!
Li aliyekî din jî, çekdarên Firqeya El-Muhtesim Bîllah, bêtirî 100 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Remzî Reşîd Egîd birîn.

Li gundê Çeqmaqa yê mezin, li ser rêbendeke çekdarên Lîwa Isûd El-Hemze tabloyek nivîsa „Dewleta Heyan“ çêkirine, ji ber ku fermandarê wê hêzê Mihemed Cemîl bi xwe ji bajarokê Heyanê yê Helebê ye, beriya niha li pêş navendeke çekdaran wêneyeke dîktatorê Iraqê yê berê Sedam Hisên hatibû bilindkirin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
12/03/2021