Hawirde û çekdarên birçî

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hikûmeta Tirkiyê ji despeka girtina deverên Kurdistana Sûriyê ve, berdewam hewla têkbirina bingeha sereke ya abûrî, civakî, rewşenbîrî û dûrokî ya civaka kurd daye, ew jî bi rêya milîsên çekdar ên bi ser ve, Artêşa Niştimanî ya Sûrî(ANS).
Heya niha karvedanên teqandina otombêla fermandarê Cebhe Şamiyê yê bi navê Ebû Mihemed El-Hezwanî li Navçeya Mabata di 18.12.2020an de didomin, herî dawî jî roja Înê di 10.03.2021an de çekdarên rêbenda gundê Serê Kaniyê(Kefer Cenê) li Navçeya Şera welatiyê bi navê Amir Mihemed Henan yê ji gundê Hisê yê Navçeya Mabata, ji bo cara diwê, revandin, û hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e. Beriya niha navbûrî di 25.12.2020ande li gel hevjîna xwe Leyla Cafer û zarokê xwe Mihemed dema diçûn Ezazê hatibûn girtin û piştre di dawiya heyva Sebatê ya borî de serbest hatibû berdan.

Vê dawiyê dizîn gelekî pir bûye li gundê Hisê, ku dizên hawirde tiştekî nahêlin, lê piştî ku xelkê gund hev girt karîn wan dizan bigirin, ku herdu jî hawirde ne: Salih El-Mîlacî, naskirî bi Hemûdê û Ehmed Sedîq.
Piştre derket ew herdu diz bandekê birêve dibin li nêzîkî rêya sereke li nêzîkî bîra gund, banda wan jî ji hawirdeyan pêk tê. Beriya niha pîrejinek bi dizan hesiyabû, lê çekdarên rêbenda gund ên ser bi milîsên Cebhe Şamiyê gotibû ev ne karê wan e !

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
13/03/2021