Kurd li pêş herdu bijardeyên girtin û dayîna peran de ne

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ewlehiya Siyasî li ser rêbenda taxa Mehmûdiyê ya Bajarê Efrînê roja Sêşemê di 16.03.2021an de heryek ji Xelîl Mihemed, ji gundê Çeqela, û Emîn Şehbo, ji gundê Alkana ji Şiyê girtin, lê piştî ku zanîn pera bi wan re tine ne, serbest hatin berdan.

Çekdarên Hemzata li gundê Cûqê yê ser bi bajêr ve, roja Duşemê di 15.03.2021an de heft welatî ji bo standina pera, ew bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re gitin, ew jî ev in:
1-Mistefa Kemal Seîd, ji Malbata Eşûnê
2-Kemal Wehab Seîd, ji Malbata Eşûnê
3- Smaîl Elêwê, naskiri bi Tatî Bircik
4-mihemed Qasim, 50 salî, ji Malbata Sînik
5-Ciwan Osman Qere, ji Malbata Mûseyê Topik
6-Basil Hesen Mûse, ereb e.

Roja 14.03.2021 Ebû El-Zehir fermandrê milîsên Feyleq El-Mecid, ji bajarokê Şêr mixar yê gundewarê Hemayê ye, ji welatî daxwaz kiribûn bêne cem wî û gotibû wan yan ew dê wan bigire û radestî Mîta tirk bike yan divê pera bidin wî. Ev yek jî ji ber wê yekê tê ku fermandarê navbûrî wêneyên wan kesan ji sala 2012 li ser Facebookê dîtibû ku di xwepêşandanekê de bûn û Ala Kurdistanê hildabûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
16/03/2021