Teqînên ne zelal

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ne aramî û tevlihevî ji encamên belavbûna çekdarên Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) li gund û bajaran e, ku ew çekdar dizî û talaniyê dikin û metirsiyê dixin dilê xelkê û nahêlin aramî çêbibe.

Roja Sêşemê di 16.03.2021an de otombêleke Santa Fe ya bombekirî, dema ku polîsê leşkerî hewla jihevxistina wê dikir, teqiya. Otombêl li nêzîk navenda Komendos û avahiya Veguhestinê bû , ku ew cih di bin kontrola milîsên Ehrar El-Şerqiyê de ye. Di encamê de jî du jî polîsê leşkerî birîndar bûn û ji nexweşxaneyên li Tirkiyê hatin veguhestin.

Ev teqîn di vê demê de tê ku Cejna Newrozê nêzîk bûye, ji ber vê jî armanc jê ew e ku tevlîhevî û ne aramî çêbibin û tirsê têxin dilê xelkê, herwiha ew çekdarên Tirkiyê piştgiriya wan dike têne tuhmetbarkirin, li gorî perçe vîdyoyan, ku wan bi xwe ew otomobêl li wî cihî daniye.

Herwiha otombêleke Santa Fe bi pakêteke teqîner roja Çarşemê di 17.03.2022an de li taxa Mehmûdiyê a bajêr li nêzîkî dibistana Pîşesaziyê teqiya, ziyanên wê tenê madî bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
17/03/2021