Ahengên Newrozê li Efrînê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Gelê me yê kurd li Efrînê bi dadana agirî li pêş malan û meydanan ahengên Cejna Newrozê lidar xistin û kombûnên biçûk û govend hatin girêdan, ew jî li gorî karînên heyî û girtina li ber çavan rewşa zehmet a xelk têre derbas dibe ji ber siyasetên dagirkeriya tirk û milîsên çekdar ên bi ser ve.

Roja Yekşemê di 21.03.2021an de li Meydankê, Zêtûnakê, Basûtê, Dirûmiyê, Meydana, gundê Qêsim, gundê Hac Xelîl, gundê Şêx Bilal, gundê Mişkê û Şiyê tevî beşdarbûna biçûk, ahengên Newrozê hatin lidarxistin. Ew yek ji nîşana vîn û serkeftina gelê kurd e, lê serkeftina mezin bi vegera koçberên bi zorê ye ji kampên devera Şehba û derdorê ji bo Efrînê û gundên wê ye, ku li gel xelkê xwe xweşî û nexweşiyên xwe bi hev re derbas bikin
Tevî çêbûna hîn zêdegaviyan ji aliyê milîsên çekdar ve li hîn cihan, herwiha tevî ku Îtîlafê di civîna xwe ya li Ezazê di 15.03.2021an de bi fermî ragihandibû ku roja 21ê Avdarê rojeke bihinvedana fermî bi boneya Cejna Newrozê ye, lê aliyên berbirs encûmenên xwecîhî û karmendên rêveberî agahdar kirin biçin ser karê xwe.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
21/03/2021