ANS kî ye

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mirov çawe behsa milîsên Artêşa Niştimanî ya Sûrî (ANS) li pêş kurdekî bike, hema yekser tê bîra wî girûpên diz, kujer û bandên çete, ku nav xwe dikin azadîxwaz!

Tirbeyên li Mezara Henên, dikeve ser rêya gundê Serê Kaniyê/Kefercenê – Efrînê, ji aliyê hawirdeyên li gundên Meşalê û Qere Tepê û kampên derdora mezarê, ku piraniya wan ji Parêzgeha Idlibê ne, hatin têkbirin, hawirdeyan kêlikên têkbirî, bi taybetî ên ji mermer, dizîn û kirin nava kampan. Ev yek bi razîbûna milîsên Sultan Murad, Ehrar El-Şam û Cebhe Şamiyê ye.

Çekdarên Ehrar Şerqiyê dest danîn ser girên zinarî ên dikevin aliyê çepê li ser rêya Reco – gundê Kêla, herwiha axa wê derê jî vedan daku keviran jê derxînin, Ev yek jî li pêş çavên dagirkeriya tirk û polîsên leşkerî û sîvîl tê kirin û ti rêgiriyek nayê kirin jî.

Çekdarên Ehrar Şerqiyê, ku gundê Hûbka yê Navçeya Reco kontrol dikin, ji hefteyekê ve axa Mezara Ibram Dade li deşta gund vedidin û li zêran digerin.

Li aliyekî din jî, hîn çarenivîsa endezyar Welîd Hesen Berekat, 49 salî, yê ji gundê Celemê yê Navçeya Cindirêsê, û hevjîna wî Erbîl Henan a ji gundê Badîna yê Navçeya Reco li gel herdu zarokên wan, ne diyar e, ku di destpêka Êlûna 2020an de dema dixwestin ji bajarê Ederneyê yê Tirkiyê bi qaçaxî derbasî Yûnanîstanê bibin li gel komeke kes hatibûn girtin, lê giştî serbest hatin berdan û tenê endezyar û malbata xwe ve girtî man.
Parêzerê wan ragihand ku malbata endezyar di Çîriya paşîn a 2021an de ji bo Sûriyê di Deriyê Bab El – Hewa re hatin vegerandin û radestî aliyê din ji sînor bûne (mebest mîlîsên ANS).

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
21/03/2021