Nameya Newrozê

Ji gelê me yê kurd li her perçeyeke Kurdistanê û welatên din re
Ji tevahiya hêz û gelên çaverêya azadî û aştiyê ne re

Gelê me li her çar perçeyên Kurdistanê bi helkefta hatina cejna Newrozê di 21ê Adarê de ahengên şahiyê lidar dixe û çaverêya pêşerojeke xweştir û geştir dike.
Di wan salên derbasbûyî de gelê me rastî zulm û zordareiyeke mezin hat, îro jî li Kurdistana Sûriyê (Efrîn, Serê Kaniyê, Girê Spî, Bab, Minbic, Kobanê, Hisiça û Qamişlo bi dewrûbera ve) ji aliyê desthelata heyî û destekên hikûmetên li pey hev hatine dever kontrol kirine ve, rastî kuştin û koçberkirina bi zorê tê, lê gelê me ji xebeta xwe naçe paş û berdewam dike heya bigihe armanca xwe û bidestxistina mafên rewa li gor peymanên navdewletî.
Di rojeke pîroz weke îro de, agirên bixêrhatina Newrozê, nîşana serketin, azadî û xweşiyê, li serê çiyan têne dadan.

Em weke Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, gelê xwe li her çar parçeyên Kurdistanê û welatên derve bi germî pîroz dikin û bang li wan dikin her kes li cihê xwe agirê Newrozê li gorî rênimayên welatên ew lê ne dadin, herwiha em soz didin gelê xwe, ku berdewam berevaniyê li ber doz û mafên netewî yên gelê me bikin heta mafê çarenivîsê bidest bixin

Silav li canê pak ên şehîdên Newrozê
Bijî Newroz nîşana aştî û azadiyê
Newroz li gelê me Pîroz be.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
20/03/2021